Jinên Ereb: Wê ti kes nikaribe têkiliya Kurd û Ereb ya dîrokî xira bike

Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Feyrûz Xelîl destnîşan kir ku têkiliyên dîrokî yên Kurd û Ereban ji hezar salan ve ne û serkeftina wan a li dijî çeteyên DAIŞ’ê hevgirtina pêkhateyan piştrast dike.

Feyrûz Xelîl anî ziman ku Kurd û Ereb bi hevgirtina xwe herêmên xwe ji terora DAIŞ′ê rizgar kirin û got:

“Hin dewlet û aliyên derve hewl didin fitneyan di navbera Kurd û Ereban de derxin û têkiliyên wan ên xurt xirab bikin.

Her du pêkhate ji hezarên salan ve hevgirtî ne.”

Kurd û Ereban bi hev re ji bo pêkanîna armancên şoreşê li gor projeya neteweya demokratîk tê dikoşin.

Helbestvan Cela Hemzawî ya ji Reqayê jî têkiliyên dîrokî yên Kurd û Ereb, Ermen, Asur, Tirkmen û Çerkes bi mozaîkeke Sûriyeyê wesif kir û got:

“Ev têkiliya kûr û girîngiya wî ya dîrokî ji mêj de di warê çandî û kultûra madî û manewî de hatin îsbatkirin.

Em ê avakirina têkiliyên xurtir û bi bandortir û jiyana hevbeş berdewam bikin.”

Back to top button