Meclisa Leşkerî ya Girê Spî: Em di rizgarkirina heremên dagirkirî de bi israrin

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El Xelef destnîşan kir ku QSD’ê dê têkoşîna xwe ya ji bo rizgarkirina deverên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de bidomîne.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El Xelef der barê salvegera 4’emîn a dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê de axivî.

Riyad El Xelef got:” piştî serkeftina projeya Rêveberiya Xweser û têkbirina DAIŞ’ê ji aliyê QSD’ê ve, dewleta Tirk a dagirker destwerdana leşkerî ya rasterast da destpêkirin.

Dewleta Tirk armanc dike çeteyên DAIŞ′ê biparêze û herêmê bixe rewşeke bê istiqrara ewlehî û aborî.

Riyad El Xelef wiha got:

“Bila dilê gelê me rihet be, hêzên me amade ne herêmê ji dewleta Tirk a dagirker, çeteyên wê û tevahî çavbirçiyên xêr û bereketa welatê me biparêzin.”

Back to top button