Dewleta Tirk Iraq û Sûriya dixeniqîne

Îro em dibin şahidên şerekî cîhanê yê avê.
Dewleta Tirk û hevkarên wê serkêşiya vî şerî dikin.
Qutkirina avê wekî çekek ji bo pêkanîna berjewendî û siyaseta qirkirinê pêk tînin.
Dewleta Tirk 30 meh e bê navber ava çemê Firatê ji ser Sûriyeyê digire.
Ji lew re rêjeya avê pir kêm bûye.
Golên li pişt her sê bendavên li ser çemê Firatê yên li Sûriyeyê pir kêm bûne.

Av ji bo jiyana xwezayî ya li erdê çavkaniya herî girîng e..

Lewma jiyan bê av nabe û şerê avê şerê hebûn û tunebûnê ye.

Her kes jî dizane ava Dîcle û Firatê çavkaniyên jiyana gelên Kurdistanê û Mezopotamyayê ne.

Girîngiya van her du çeman roja me ya îro jî didome û jiyanî ye.

Dewleta tirk a dagirker ji 1998’an ve ye ava Firatê wek çekê li dijî gelên Rojava û Sûriyeyê bi kar tîne.

Bi taybetî piştî krîza li Sûriyeyê ya 2011’an, avê bêtir qut dike û peymanên navneteweyî binpê dike.

Dizîna para Sûriyeyê ji ava çemê Firatê sala 2017`an dest pê kir..

Ji wê demê de dem bi dem av dihat girtin.

Lê ji 27`ê Çileya 2021`an ve dewleta Tirk bê navber avê dibire.

Piştî 30 mehan rêjeya çemê Firatê pir kêm bûye.

Gola Bendava Firatê têra 14.5 milyar metrekab avê dike..

Lê vê dawiyê ji ber kêmbûna ava ji Bakurê Kurdistanê tê, 4 milyar metrekab kêm bûye.

Ruxmî bangewaziyên Rêveberiya Xweser jî ku zextê li Tirkiyeyê her kes hîn bêdenge..

Vê dawiyê Beşar Esed û Sûdanî têkildarî vê aloziyê daxuyanî dan.

Beşar Esed di dema serdana serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ya ji bo Sûriyeyê de got:

“Hin dewletên cîran yekser piştgirî da teorrê..

Para Sûriye û Iraqê û ji ava çemên Firat û Dîcleyê dizîn, ev tê wateya tîbûn û birçîbûnê.”

Sûdanî jî daxuyand ku astengiyên hevbeş ên welatê wî û Sûriyeyê hene..

Sûdanî bal kişand ser hevkariya ji bo mîsogerkirina parvekirina adil a avê.

Beriya niha jî hikumeta Iraqê eşkere kiribû ku depoya avê ya welat dike vala bibe ..

Ava ji Tirkiye, Sûriye û Îranê tê ji sedî 70 kêmtirî para berê ye.

Dewleta Tirk , li dijî hemû zagonên navnetewî Iraq û Sûriye rûbirûyê qeyrana avê kiriye.

Avê weke çekekê li dijî wan bikar tîne..

Ji ber vê sedemê jî bi hezaran donim erd bûne çolistan û bi milyonan masî mirine.

Back to top button