Li Swêdê nûnertiya hikumeta Başûr xebatê xwe rawestand

Nûnertiya Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ya li Swêdê xebatê xwe da rawestandin.

Dezgaha Têkiliyên Derve ya Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand :

“Me kar û xebatên xwe li Stockholê daye rawestandin.

Em bi tundî şewitandina pirtûka pîroz şermezar dikin.

Di heman demê de serdegirtin û êrişa li ser Balyozxaneya Swêdê ya Bexda jî cihê şermê ye.”

Dezgahê eşkere kir ku piştî gelek tedbîran xebatên nûnretiyê li Stockholê hate rawestandin.

Hikumeta Iraqê biryar da balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê were girtin

Back to top button