Ji bo berheyên zarokên şehîdan xurt bibin û li pêş kevin li vir hewl tên kirin.
Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan li Dêrikê dewreyên perwerdeyê vekir.
Ji bo zarok fêrî zimanê Erebî û ingilîzî û komputerê bibin.
Komîteyê ji destpêka Tîrmehê ve ev dewre li bajêr û gundan vekirin.
Dewre li Navenda Ada ya Perwerdê, Dibistana Selîm Hemê hatin vekirin.
Dê heta dawiya betlaneya havînê dewam bike.
Dewre ji zarokên di navbera 6 heta 18 saliyê de hatin vekirin.
Hejmara zarokên heta niha di dewreya yekemîn de xwe qeyd kirine, 40 e.
Waneyên ziman rojê saetekê tê dayîn û di hefteyê de 5 rojan tê dayîn.
Komîte tevahî baldariya guncaw, pirtûk û pêwîstiyên xwendinê pêşkêş dike.
Komîte zarokan hem digihîne navendan hem jî malên wan.
Endama rêveber a Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Rewşen Reşîd dibêje:
“Armanca van dewreyan geşkirin û xurtkirina behreyên zarokan e.”