Hunermendên Efrîn: Em ê ji bo azadiya Rêber Apo her tim li qadan bin

Endamên Navenda Çand û Hunerê ya Kantona Efrîn û Şehbayê komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir “Gelê Kurd çav û rêya xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo ronî dike.”

Hunermend Mecîd Kemal komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li CPT û rêxistinên mafên mirovan kir ku ji bêdengiya xwe derkevin .

Mecîd got: ” Bi azadkirina Rêber Apo em ê bizanin ku hîna însaniyet heye.Em hunermendên Efrînê ji bo azadiya Rêber Apo her tim amade ne û çi ji me bê xwestin em ê bikin.”

Hemodê Dewod jî da zanîn ku ku armanc ji komployê ew bû ku tunekirina gelê Kurd ji wan re hêsan be lê ewê negihên armancên xwe ku gel û Rêber Apo ji hev qut nikin.

Her wiha Rûmet Beko jî derbarê heman mijarê de destnîşan kir ku komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li dijî tevahî gelan e û wiha domand :

” Gelê Kurd çav û rêya xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo ronî dike.

Erê niha Rêber Apo ne gel me ye lê pirtûk û felsefeya Rêber Apo li gel me ne.

Em ê ji bo azadiya Rêber Apo her tim li qadan bin û têkoşînê mezintir bikin.”

Back to top button