Çeteyan li Efrînê, sivîlek ji navçeya Racoyê revand

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker her binpêkirinên xwe der heqê sivîlan de dewam dikin û duh dîsa sivîlekî Efrînê revand.

Li gorî Malpera Afrin Post, duh çeteyan sivîlê bi navê Murad Ehmed Betal li gundê Memela yê navçeya Racoyê revandin.

Tê zanîn, ev cara sêyemîn e ku Murad ji aliyê çeteyan ve tê revandin.

Di heman çarçoveyê de, çeteyên dewleta Tirk, kirê li xwediyê xaniyan li navçeya Şiyê disepînin.

Her wekî, şêniyê bi navê Ibrahîm Daud Ebû Neşet jî ji çeteyan nefilitî û ji ber wî pere neda wan, lêdan xwar.

Back to top button