Divê Tirkiye ji ber karanîna çekên kîmawî were cezakirin

Heta niha dewleta Tirk di êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê de bi sedê caran çekên Kîmyewî bi kar anîne.. Lêkolînerê Misrî yê Rêxistina Maat Mihemed Muxtar dibêje “Divê Kurd û Ereb yekgirtî bin û fişarê li Komkara Ereb bikin da dosyaya Tirkiyê di qadên navneteweyî de bixin tevgerê.” Endamê Rêxistina Kurdistanî ya Hîzba Komunîst a Îranê Hesen Rehman Pena jî piştrast kir ku ti cudahî di navbera kirinên Tirkiyê û Saddam de nîne.”

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi çekên kîmyawî û qedexekirî, berxwedana gerîla bişkîne, lê belê dîsa û bi van çekan jî, nikare..

Hiqûqnas û lêkolînerê Misrî yê Rêxistina Maat a Aştî, Geşkirin û Mafên Mirovan Mihemed Muxtar li ser vê mijarê ji ajansa nûçeyan a Hawarê re nirxandin kir.

Mihemed Muxtar diyar kir ku li gorî peymanên Cinêvê, bikaranîna çekên kîmyewî di şerên çekdarî de qedexe ye û got:

“Parlamentoya Ewropî bêdeng e, dewleta Tirk a dagirker zextê li rêxistinên têkildar û hin dewletên Ewropa dike ji bo van êrişên wê nas neke.

Ji Komkar Ereb jî tê xwestin ku daxuyaniyên bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk zêde bikin.”

Lêkolînerê Misrî dawiyê tekez kir divê Kurd û Ereb yekgirtî bin û fişarê li komkara Ereb bikin ku dosyaya dewleta Tirk li pêş çavên cîhanê bixin tevgerê.

Hesen Rehman Pena :Cudahî di navbera kirinên Erdodan û sadam de nîne

Li dijî heman sûcî, Endamê Komîteya Navendî ya Rêxistina Kurdistanî ya Hîzba Komunîst a Îranê (Komele) Hesen Rehman Pena jî bertek nîşan da..

Hesen Rehman Pena anî ziman ti cudahî di navbera kirinên Erdogan û Sedam de tune ye û got:

“Dewleta Tirk bi çekên walatên Rojavayî li ber çavê cîhanê li dijî gelê Kurd sûc dike.

Vê jî vekirî dike. Tirkiye bi piştevaniya NATO, DYE û YE’yê dike.

Eger ne wisa ba wê van welatan pêşî lê bigirta.”

Back to top button