Spanya..Li Madrîd rastgir li dijî Kataloniyan wê ala herî mezin a welat vekin

Li Spanyayê, rastgir li dijî egeriya efûya hikumetê ya ji bo cûdaxwazên Katalonî dibin yek. Li Madrîdê ew ê ala Spanya ya herî mezin a cîhanê vekin.

Roja Yekşemê, carek din, bi hezaran kes, li gel serokên 3 partiyên rastgir, wê dakevin kolanan paytexta Spanya Madrîdê.

Di xwepêşandanê de li dijî Partiya Karkerên Sosyalîst ya bi rêvebirina serxwebûna Katalonya tê tawambarkirin, bi “vekirina ala Spanya ya herî mezin a cîhanê” wê hêrsa xwe nîşan bidin.

Partiyên rastgir ên li welêt bihêrsin ku Serokwezîr Pedro Sanchez ji 12 serokên Katalonyayê yên ku du sal berê hewil dan ku serxwebûnê ragihînin efû bêxe rojevê.

Beşek mezin a bingeha dijberiyê jî li dijî efûya serokên Katalan e.

Tê payîn ku di xwepêşandanên ku roja Sêşemê ku li ser banga Serokê PP Pablo Casado ya li Plaza de Colón jî beşdarbûnek zêde pêk were.

Back to top button