Debîbe El-Nasir: Armanca Tirkiyê têkbirina Rêveberiya Xweser e

Endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a MSD’ê Debîbe El-Nasir dibêje Tirkiyê dixwaze projeya Rêveberiya Xweser têk bibe.

Debîbe El-Nasir li ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî axivî û ev êriş şermezar kir.

Debîbe El-Nasir anî ziman ku bi damezrandina Rêveberiya Xweser li herêmê Tirkiyê dest bi êrişên xwe kir.

”Armanca wî ji êrişan ne parastina ewlehiya xwe ya neteweyî ye, ew dixwaze projeya Rêveberiya Xweser têk bibe.

Debîbe piştrast kir ku wê hevgirtina gel, berxwedana QSD’ê hemû êrişên dewleta Tirk a qirker têk bibin.

Back to top button