KCDK-E li dijî êrîşên li ser Şengalê banga tevlîbûna çalakiyan kir

Kongerya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyê Ewropayê KCDK-E ji bo tevlîbûna çalakiyên ku îro ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk li ser Şengalê werin lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

KCDK-E bibîr xist ku Erdogan ê faşîst bi êrîşên qirker û komkujiyan dixwaze civaka Êzidî bi temamî tune bike.

KCDK-E diyar kir ku ji bo xwedî derketina li civaka Êzidî divê her kes bi erkê xwe rabe û tevlîbûna li çalakiyên bi vê rengî pir bi wate û girîng e.

KCKD-E Bang li hemû gelan kir ku îro cihê xwe di çalakiyan de bigirin da ku êrîşên qirker teşhîr bikin û daxwaza statuya Şengalê bikin.

KCDK-E ragihadn ku wê îro li bajarên Almanya, Swêd, Fransa, Ewisturiya û Netherlandê çalakî werin lidarxistin

Leave a Reply

Back to top button