”Divê PKK ji lîsteya terorê were derxistin”

Di Komxebata Helwesta Neteweyî de hat teqezkirin ku yên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker têdikoşe PKK ye.
Her wiha banga derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê hat kirin.
Her wiha wê şandeyeke KNK’ê jî serdana başûrê Kurdistanê bike.

Doh bi pêşengiya KNK’ê Konferansa ‘Helwesta Netewî ya dijî dagirkeriya dewlewa Tirk’ pêk hat û zêdetirî 200 kes tevlî konferansê bûn.

Di konferansê de hat diyarkirin ku ji Efrînê heta Serêkaniyê, ji Şengalê heta Avaşînê, dewleta Tirk ji bo tunekirina Kurdan operasyonan dimeşîne.

Her wiha hat diyarkirin ku li dijî êrîşên Tirkiyê tenê PKK têdikoşe û bang li DYE û Yekîtiya Ewropa hat kirin ku PKK’ê ji lîsteya terorê derxin.

Kesên ku tevli konferansê bûn anîn ziman ku divê hêz û dezgehên medyayê yên Başûrê Kurdistanê ku li hemberî êrişan bêdeng in bên rexnekirin û hat gotin,

”Divê neyê jibîrkirin ku eger ev êriş bi ser bikeve, wê dagirker êrişî yên bêdeng dimînin jî bikin.

Êrişên li ser Zap, Avaşîn û Metînayê parçeyek ji plana dewleta Tirk a li ser Şengal û Kerkûkê ye”.

Di konferansê de hat teqezkirin ku divê gel û hêzên Kurd li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bi yek helwestê be.

KNK wê serdana Başûrê Kurdistanê bike

Ji aliyê din ve tê payîn ku ji bo yekîtiya neteweyî ya li dijî dagirkeriyê şandeyek KNK’ê di rojên pêş de here Başûrê Kurdistanê.

Li gorî nûçeya Roj News wê şande li gel, partî, rêxistinên sivîl û kesayetên Başûrê Kurdistanê hevdîtinan bike.

Her wiha rewşa dawî ya siyasî û êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, bi taybetî êrişên li ser Zap, Metîna û Avaşînê nîqaş bikin.

Back to top button