Efrîn..Ji destpêka dagirkirinê, bêtirî hezar jin hatine revandin

Dewleta Tirk a dagirker ji roja dagirkirina efrînê, hemû sûcên derexlaqî li dijî sivîlan pêk anî. Endama Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrînê Roşîn Hido diyar kir ku Ji destpêka dagirkirina Efrînê ve, dewleta tirk kiryarên dijmirovî li ser gelê wê herêmê dimeşîne. sivîl rastî îşkence û kuştinê tên. Di heman demê de meşandina guhertina demografîk û derxistina gel jî bênavber didome. 

Ji roja ku Efrîn hatiye dagirkirin heta niha, sûcên der heqê sivîlan de karên derexlaqî û dijqanûnî dewam dikin.

Bi sedhezaran ji warên xwe koçber bûn û li Kantona Şehbayê bi cih bûn.

Li gorî bîlançoyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ya çar salan,zêdetirî hezar jin hatine revandin û di îşkenceyê re derbas bûne.

Her wiha gelek jin ji ber zilim û binpêkirinên dewleta tirk qebûl nekirine gihîştin asta xwekuştinê.

Roşîn Hido: Jinên li Efrînê rojane bi sûcan re rû bi rû ne

Endama Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrînê Roşîn Hido behsa sûcên li ser jinan li Efrîna dagirkirî tê meşandin kir.

Roşîn Hido: Jinên li Efrînê rojane bi sûcan re rû bi rû ne

Tevî van sûcan heya vê kêliyê tu rêxistin ango saziyên mafên mirovan hesab ji dagirkeran nexwestine.

Back to top button