Dagirkeran 4 sivîl ji gundê Zerê yê Bilbilê revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 4 sivîl ji navçeya Bilbilê ya Efrînê revandin. Li aliyê din birîna darên Zeytûnê jî dewam dike.

Tora Çalakvanên Efrînê diyar kir ku çeteyan ji gundê Zerê yê navçeya Bilbilê şêniyên bi navê Hemze Îbo, Luqman Îbo, Mehemud Cume û Kurê Hemze Memolî revandin.

Li gorî Tora çalakvanan, çeteyan ew berin cihekî ne diyar û heya niha jî sedema revandina wan nehat zanîn.

Li aliyê din, çeteyan li gundê Kokanê yê Mabata 20 darên zeytûnê yên şêniyê bi navê Elî Umer Mihemed birîn.

Ji dema dagirkirina Efrînê, ji bo bazirganiya êzingan çeteyan nêzî 400 hezar darên curbicur birîn.

 

Back to top button