Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Beşîr koça dawî kir

Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Hesen Dûtar bi navê xwe yê din Mam Beşîr koça dawî kir

Koordînasyona Civaka Êzidî têkildarî mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku Mam Beşîr îro serê sibehê li Şengalê ji ber krîza dil koça dawî kiriye.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de ferman li Şengalê rakir, Mam Beşîr berê xwe da Şengalê û ji bo rêxistinbûn, xwerêveberî û xweparastina Şengalê kedeke mezin da.

Hasan Dûtar yek ji wan şoreşgeran bû ku 37 sale bênavber ji bo xweseriya Şengalê, ji bo naskirina statuya Şengalê bi şev û roj bênavber dixebitî.

Hasan Dûtar sala 1956’an li gundê Cinnetiya yê Êlihê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber polîtîkayên dewleta Tirk ên li hember Êzidiyan di sala 1970’î de berê xwe da Ewropayê û li Almanyayê bi cih dibe.

Hasan Dûtar ku her tim bi hesreta welat bû, di sala 1983’an de tevî Mam Zekî Şengalî û hin hevrêyên xwe li nava civaka Êzidî dest bi rêxistinbûnê kir ku karibin çanda we ji pişaftinê biparêzin.

Back to top button