Li Yewanan lehî: 17 Kes mirin

Ji ber bagera Eliasê li gelek herêmên Yewnanistanê lehî rabû.
Di encamê de 17 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li naverasta Yewnanistanê duh cara duyemîn di vê mehê de lehî rabû.

Lehî bi taybet li bajarê Volosê çêbû.

Di encamê de 17 kes mirin û zirarên mezin çêbûn.

Desthilatên qedexeya derketinê li Volosê ferz kir.

Hejmara şêniyên li bajarê 140 hezar kes e û gundewarên derdorê hatin valakirin.

Ji ber bahozê ku di navbera 3 hefteyan de ev a duyemîn e, li gireva Euboea ya li nêzî Atînayê lehî çêbû.

Der barê mijarê de wezîrê çandiyê ya Yewnanisanê Lefteris Avgenakis got;

Komên paqijkirinê bêtirî 180 pez û mirîşkên mirî rakirin, lê hîna gelek pez û mirîşkên hene kom nikare xwe bigihîne wan.

Ji ber van mirinan metirsiya nexweşiyan jî derketiye pêş.

Her wiha zirarên mezin bi pembo, garis, genim, sêv û kêwî de bûn.

Back to top button