Parêzer Mezlûm Dînç: Piştî daxuyaniya CPT tecrîd girantir bû

Li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan, careke din greva birçîbûnê hat destpêkirin. Der barê vê grevê û tecrîda girankirî de, Parêzerê Rêber Ocalan Mezlûm Dînç, destnîşan kir ku “Peywira CPT pêşîgirtina LI îşkencê ye, ne tenê tespîtkirina bûyeran e.” Parêzer Dînç anî ziman “Divê civak li kelêka çalakvanên gireva birçîbûnê bi erkê xwe rabe.” 

Li dijî Rêber Ocalan tecrîdeke giran tê meşandin.

Dewleta Tirk a faşîst û hemû komploger û hevkarên wê ji tirsa ji fikr û peyamên çareseriyê yên Rêber Ocalan, tecrîd girantir kirin û yekser pêşiya hevdîtinan jî girtin .

Parêzerê Rêber Ocalan Mezlûm Dînç, anî ziman ku tecrîda li dijî Rêber Ocalan her diçe girantr dibe û ev giranbûn bi xwe ne li gorî hiqûq û qanûnên Tirkiyê ne û got:

“Di serledana malbatê ya dawî de, derket holê ku ji aliyê dozgeriya Bûrsayê ve serdana malbatê bi sedema cezayê disîplînê hatiye qedexekirin û agahiya parêzeran jê tune bû. Beriya ku ev ceza bên birîn divê parêzer werin agahdarkirin.”

Li ser parvekirina raporên CPT jî, Dînç destnîşan kir ku tecrîd girantir bû û anî ziman: “Peywira CPT ji navê wê diyar e, pêşîgirtina li êşkenceyê ye, ne tenê piştrastkirina bûyeran e. Ji ber wê divê CPT van peywirên xwe cih bîne.”

Parêzer Dînç der barê hevdîtinên ku bi Ocalan re bên kirin diyar kir “Ger hiştibana birêz Ocalan rola xwe bilîze, wê demê ev pirsgirêkên heyî girantir nedibûn û derbarê çareseriyê de wê pêşketin çêbûba. ”

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan, 27’ê Mijdarê girtiyên PKK’ê û PAJK’ê di girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê, ya bêdem û dorveger kir.

Çalakiya grevê, di roja 17’an de, bi koma 4’an berdewam e.

Back to top button