Danûstandinên Komîteya leşkerî ya Lîbî li bajarê Xedamis di roja duyem de ye

Piştî ku di civînên Cinêvê de agirbesteke mayînde ji bo Lîbyayê hat ragihandin, aliyên Lîbî ji bo pêkanîna vê agirbestê nîqaş dikin.

Danûstandinên Komîteya leşkerî ya Lîbî ya Hevbeş li bajarê Xedamis ê Lîbyayê îro di roja duyem de dewam kir.

Di rûniştina îro de, Nûnera Taybet a Netewên Yekbûyî ya Lîbyayê Stephanie Williams amade bû.

Stephanie Williams diyar kiriye ku komîteya leşkerî ya Lîbya a hevbeş pêşketineke baş di danûstandinan de bi dest dixe.

Li gorî Stephanie, ev pêşketin wê xizmeta pêvajoya siyasî ya li Tûnisê jî bike.

Ev yekemîn car e ku danûstandinên aliyên Lîbî li hundirê welêt pêk tên, ku berî niha 4 caran li derveyî welat pêk hatine.

Ev yek jî di demeke ku 9’ê vê mehê aliyên Lîbî xwe ji foruma “diyaloga siyasî” ya li Tûnisê amade dikin, pêk tê.

Back to top button