Ji bo Şoreşa Rojava, 10’ê Kanûnê konferanseke berfireh li Mecerîstanê bi rêya onlîne tê lidarxistin.
Di konfiransê de, wê şoreş û hem jî rewşa berdest a herêmê were şirovekirin û pêla şoreşê ku projeya Rojava rê lê vekiriye, were destnîşankirin.
Her wiha, wê tevgerên girseyî û şoreşgerî yên van salên dawî li Sûdan, Şilî, Îran, Cezayîr, Fransa, Haîtî û Libnanê werin nirxndin.
Konferans, wê di seat 10.00’an û 20.30’an de li ser malpera Facebookê were lidarxistin û bi zimanê Mecerî û Îngilîzî, were pêşkêşkirin.