Kombûna Jinan a Zenûbiyayê êrişa dewleta Tirk a li dijî erebeya JIN TV şermezar kir û diyar kir ku ew ê li hember êrişên dagirkeriyê têkoşînê mezin bikin.
Kombûna Jinan a Zenûbiya di daxuyaniyê de got:
Dewleta Tirk êrişên xwe li dijî jinan û destkeftiyên şoreşa jinan zêdetir kirine da ku vîna jinan û ya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişkîne.
Armanca êrişê ew e ku dengê heqîqetê yê ku sûcên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê teşhîr dike, bibire.
Kombûnê diyar kir êrişên dewleta Tirk ên li dijî gel û rojnamevanan dijî qanûnên mirovî ne.
Civata navneteweyî bi bêdengiya xwe dibe berpirsên vê êrişê.
Em soz didin ku êmê tevahî sûc û kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî projeya me teşhîr bikin.
Bi hemû hêz û îradeya xwe kar bikin, tola şehîdên xwe hilînin û herêmên xwe yên dagirkirî rizgar bikin.