Jinan li Helebê êrişa dewleta Tirk a li dijî erebeya JIN TV şermezar kir û diyar kir ku ew ê li hember êrişên dagirkeriyê têkoşînê mezin bikin.
Daxuyaniyan şermezarkirinê li taxa Şêx Meqsûdê bi beşdariya bi dehan jin hat xwendin.
Hat ziman ku dewleta Tirk a dagirker ji bo veşartina sûc û binpêkirinên xwe rojnamevanan dike hedef.
Bang li saziyên mirovî û hiqûqî hat kirin ku li hember van sûcan dengê xwe derxin, berpirsiyariyên xwe pêk bînin û nebin şirîkên dewleta Tirk yê kuştina gelan.
Dawiyê hat gotin ku wek jinên li Helebê ewê li hember êrişan têkoşînê bilind bikin.