Duyemîn Konferansa Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya li bajarokê Rimêlan tê lidarxistin.
Konferans bi dirûşma “Bi ruhê Pêngava 15`ê Tebaxê em ê asta têkoşîna jinan bilind bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin” tê li darxistin.
Ji seranserê navçe, bajarok, bajar û kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 500 delege beşdar bûne.
Her wiha nûnerên rêxistinên jinan, saziyên jinan ên herêmê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cil û bergên neteweyî wek mêvan beşdarî konferansê bûne.
Li gorî komîteya amadekar a konferansê, dê rapora 2 salên dawîn a xebatên Meclisa Jinan bê xwendin.
Wê rêziknameya meclisê di ber çavan re bê derbaskirin û dê ji nû ve bê erêkirin.
Her wiha dê endamên meclisê bên hilbijartin.