Ji bo dabînkirina avê ji şêniyên Hesekê re însiyatîfeke nû

Partiya Kesk a Demokrat ji bo peydakirina ava vexwarinê ji hezar malbatên li Hesekê re, însiyatîfek ji bo rojekê da destpêkirin.

Partiyê, insiyatîf bi navê “Dayîna avê ji hezar malî re” bi rêya 70 stêran da destpêkirin.

Îro bi rêya 15 stêran, av li taxa Salihiyê hate belavkirin.

Ji dema dagirkirina Serêkaniyê ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve, Şêniyên kantona Hesekê êşên tunebûna avê dikişînin.

Her weha ji dema ragihandina Kantona Hesekê wek bajarekî karesatê, ji bo piştgiriya şêniyan gelek însiyatîf pêk hatin.

Heta niha nêzî 380 stêrên avê gihaştin bajêr.

QSD, YPJ û YPG’ê 40 stêrên avê xistin xizmeta şêniyên Hesekê.

Li kêleka wê jî, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê hewl dide bi rêya projeyên altarnatîf Stasyona Elokê peyda bike.

QSD: 65 stêr wê her roj avê li şêniyên Hesekê belav bikin

Back to top button