Li Humsê li dijî balafirgeha Tîfor êrîş pêk hat

Şevê din balafirên Israîlî li dijî balafirgeha Tîfor ya li parêzeha Humisê êriş pêk anî .

Artêşa Sûrî ragihand ku parastina esmanî ya artêşê, şevê din êrîşa balafirên Israîlî li ser balafirgeha Tîfor pûç kir.

Artêşê tekez kir ku parastina esmanî çend moşek ku ji aliyê Tenefê ve dihatin, anîn xwarê , lê 4 moşek gihiştin armanca xwe.

Hat ragihandin ku êriş bi moşek û balafirên bê mirov pêk hat û tenê zirarên madî çêbûn.

Ajansa nûçeyan “SANA” ya rejîma Sûriyê jî têkildarî êrîşê got:

“Parastina asîmanî bersiva êrişên dijmin ên li ser balafirgeha Tîfor a li gundewarê rojhilatê Humisê da.”

Leave a Reply

Back to top button