Amerîka wê erkê leşkerên xwe yên li Iraqê diyar bike

Koşka Spî ragihand ku wê rêveberiya Amerîka ya nû di Nîsana 2021’an de bi Iraqê re dest bi diyalogek stratejîk bikin.

Koşka Spî ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê behsa peywendî û stratejiya xwe ya li Iraqê kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin tê payîn di Nîsana 2021’an de Amerîka bi Iraqê re dest bi diyalogek stratejîk bike.

Di diyaloga stratejîk de wê bê diyarkirin ku erkê hêzên Hevpeymana Navnetewî ya li Iraqê perwerdekirin û pêşkêşkirina şêwira ji bo hêzên Iraqê ya li wî welatîne.

Ev yek jî ji bo ku carek din DAIŞ xwe bi rêxistin neke ye.

Hêjayî gotinê ye duh çavkaniyek ji nav Hikumeta Iraqê ragihand ku wana ji rêveberiya nû ya Waşîngtonê xwestine, Amerîka roja desptêkirina guftugoya stratejîk ya dinavbera her dû welatan de, diyar bike.

Guftugoya Iraq û Amerîka di Hezîrana 2020’an de bi pêşengiya serokê wê demê yê Amerîka Donald Trump destpêkiribû.

Trump jî di dawiya 2019’an biryar da bû leşkerên xwe ji Iraqê vekişîne.

Lê niha nêzî 2 hezar û 500 leşkerên Amerîka li Iraqê hene.

Back to top button