
Koreya Başûr û Amerîka bersiva ceribandinên mûşekî yên Koreya Bakur didin.
Waşîngton û Seul li dijî ceribandinên Koreya Bakur, 8 moşekên balîstîk ber bi Deryaya Japonyayê ve avêtin.
Ji despêka salê û heta niha jî Koreya Bakur 17 ceribandinên moşekan pêk aniye.
Dengê moşekên Koreya Bakur hikumeta welat keyfxweş dike.
Hemwextî vê yekê, rêveberiya Koreya Başûr û Japonya di nava metirsiyê de ne.
Li gorî daxuyaniya Sererkaniya Hevbeş a Koreya Başûr, wan û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) duh bersiv dan 8 mûşekên balîstîk ên menzîl kurt ên ku ji Pyongyangê hatin avêtin.
Yekîneyên leşkerî yên her du welatan li gorî saeta herêmî saet 04:45’an de 8 ceribandinên moşekên balîstîk ên bejahiyê ceribandine.
Serokê Koreya Başûr Yoon Suk-yeol got,
“Hikûmeta me wê bi biryar bersivê bide provokasyonên Koreya Bakur.”
Hêzên Amerîkayê yên Koreyê “US Forces Korea” (USFK), ragihand ku moşekeke Artêşa Amerîkayê û 7 fuzeyên Koreya Başûr avêtin Deryaya Japonyayê.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Ji bo nîşandana kapasîteya hêzên Amerîka-Koreya Başûr, ji bo bersivdana tavilê ji rewşên krîzê re tetbîqateke zindî ya hevpar hat lidarxistin.”
Koreya Bakur duh 8 ceribandinên mûşekên balîstîk ên menzîl kurt Sunan a nêzî paytext Pyongyang jî dinav de ji gelek cihan ceriband.
Hêjayî gotinê ye ku ev ceribandin piştî tetbîqata leşkerî ya hevpar a ku piştî 4 sal û nîvan cara yekeme ji aliyê Koreya Başûr-Amerîka ve hat lidarxistin pêk hat.
Tetbîqat 3 rojan dewam kir.
Koreya Bakur bi ceribandina dawîn re, ji destpêka sala 2022’an ve cara 17 caran moşekên xwe ceriband.