Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ku li Girtîgeha Hewlêrê dîlgirtî ne, 55 rojin li hemberî zexta PDK’ê di greva birçîbûnê de ne.
Rewşa tenduristiya Dag û Er her ku diçe xirabtir dibe.
Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er herî dawî ji ber zexta li xwekirina cilên bi yek tîpî di 18’ê Gulanê de ketin greva birçîbûnê.
Çalakiya wan di roja 55’yan de didome.
Rewşa tenduristiya Dag û Er her ku diçe xirabtir dibe.
Tevî vê yekê jî PDK’e dawî li sucên xwe nayne.
DBP: Divê hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi berpirsiyariya xwe rabe
Partiya Heremên Demokratîk-DBP’ê jî bi daxuyaniyek sûcên PDK’ê şermezar kir û got:
“Hewceye ku Hikûmeta Başûrê Kurdistanê gavek zûtirîn berpirsiyariya xwe û daxwazên Abdurrahman Er û Mazlum Dağ bi cih bîne.
Em diyar dikin ku li dijî vê zilm û zordariyê em ê mil bidin têkoşîna hevalên xwe heta ku daxwazên wan pêk werin.”
DBP’ê bang li raya giştî ya Kurdistan taybet jî ya Başûr kurdistanê kir ku zextê PDK’ê bikin û bikevin nava liv û tevgerê.