Desteya Parastina Rêber Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Ocalan sûcên dermirovî ne.
Desteya Parastinê di der barê tecrîda li ser rêber Ocalan de daxuyaniyek da û got:
“Tunebûna rêbazên zanîna rastiya girtîgeha Îmraliyê teqez dike ku kiryar û êşkenceya ku desthilatiya Tirk li dijî rêber Ocalan pêk tîne, bi zanabûn tên veşartin.
Dewleta Tirk li dijî rêber Ocalan şerê fikrî û kuştina hêdî hêdî dimeşîne.
Redkirina pêkanîna hevdîtinê bi CPT’î re ji aliyê rêber Ocalan ve, destnîşan dike ku rewşa girtîgeha Îmraliyê xerab e û saziyên civata navneteweyî nikarîn xwedî li erka xwe derketibana.
Em sûcên dewleta Tirk şermezar dikin û bang li nûnerê NY yê Meclisa Ewlehiyê dikin ku bi lez doza êşkenceya li ser rêber Ocalan veke, ji ber ku rêber Ocalan dergehê aştiya cîhanî ye.”