Kongra Star û Meclîsa Jinan a PYD’ê diyarkirin ku Tirkiye di çarçoveya polîtîkayên qirkirinê û têkbirina aramiya li herêmê de cihên niştecihbûn û navendên enerjî-xizmetguzariyê bombebaran dike.
Kongra Star û Meclîsa Jinan a PYD’ê êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyek daxuyanî dan û got:
“Ev êrîş di heman demê de li dijî şoreşa jinê ye.
Armanca wan ew e ku hêviyên azadiyê yên jinên herêmê û avakirina sîstemek demokratîk li tevahiya Sûriyeyê bifetisînin.
Em weke Kongra Star bang li raya giştî ya demokratîk, rêxistinên jinan, mafên mirovan û bi taybetî jî parêzvanên mafên jinan ên cîhanê dikin ku piştgiriyê bidin şoreşa jinê û Rêveberiya Xweser.
Ji bo ku pêşî li pêlên êrişan bê girtin, piştgiriyê bidin daxwaza me ya girtina qada hawayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.”
Meclîsa Jinan a PYD’ê jî êriş şermezarkir û teqezkir ku li dijî êrişan dê têkoşîna xwe mezintir bikin û meclisê bangli hemû jinan kir ku li dijî êrişan êniya berxwedanê xurtir bikin.
Gaziyên şer: Êrişên dewleta Tirk ji bo têk birina aramiya herêmê ye