LI SER AVAKIRINA KOORDÎNEYEKE HEVBEŞ NAVBERA TIRKIYÊ Û EMERÎKA HAT LIHEVKIRIN

Civîna navbera Emerîka û Tirkiyê ya ji bo rewşa sînor, bi dawî bû..Piştî Civînê aliyên civînê eşkere kir ku, wan û Emerîka li ser koordîneyeke hevbeş têkildarî herêmê li hev kirine.

Piştî sê rojan ji civîna navbera Emerîka û Tirkiyê derbarê rewşa sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê de, encam eşkere dibin.

Hat ragihandin ku, herdû aliyan li ser avakirina koordîneyeke hevbeş li herêmê li hev kirine.

Lê di heman wextê de, Dewleta Tirk di xwesteka xwe ya derbasbûna bi qasî 32 KM ji xaka Sûrî re bi israr e.

Her wiha dewleta Tirk dîsan mijara penaberên Sûrî li Tirkiyê bi cihkirina wan li herêma navborî, xwestiye.

Leave a Reply

Back to top button