“Peymana Doha” hişt ku Talîban bihêz bibe

Ji 15’ê Tebaxê ve Efxanistan di bin kontrola Tevgera Talîbanê de ye û ji vê rewşê Amerîkay weke berpirsiyar tê nîşandan.
Lê wezareta parastinê îdîa dikin ku sedema encama derketî holê, Peymana Doha a di navbera rêveberiya Trump û Qeterê de ye.

20’ê Sibata 2020’an bi fermana rêveberiya Donlad Trump, li paytexta Qatarê Dohayê di navbera rayedarên Talîban û hukûmeta Efxanistanê peymanek hate mohrkirin.

Li gorî peymanê, biryar hate dayîn ku eskerên Amerîkayê bi temamî ji Efxanistanê derkevin.

Û weke encama dawî, 31’ê Tebaxê bi vekişîna artêşa Amerîkayê re, Efxanistan radestî Talîbanê hate kirin.

Ev rewş weke têkçûna destwerdana 20 salan a Amerîka û NATO hate binavkirin.

Rêveberiya Joe Biden a biryarên peymana Dohayê bi lez pêk anîn, weke berpirsiyar hate nîşandan.

Bi taybet jî Fermandarê Biryargeha Navendî ya hêzên Amerîkayê General Frank McKenzie.

Doh li Meclisa Nûneran, Komîteya Xizmetên Çekdarî têkildarî rewşa Efxanistanê civînek pêk anî.

McKenzie di civînê de anî ziman ku ji encama derketî holê bandora Peymana Dohayê zêde ye û wiha got:

Peymanê hiştî ku hukûmeta Efxanistanê jihev bikeve.

Ji xwe bi kêmkirina hejmara leşker û şêwermendên Amerîkî, diyar bû ku wê hukûmet û artêşa Efxan têk biçin.

Biryara serokê Amerîkayê Biden a meha Nîsanê jî weke bismara dawî ya li tabûtê tê xistin bû.

Wezîrê Parastinê Lloyd Austin bi van gotinan li encama aloziya Efxanistanê mukir hat:

Piştî ku Amerîka êrişên xwe ên hewayî li dijî Talîbanê bidawî kirin, biryara peymana Dohayê hate dayîn. Biu vê yekê re hêza rêxistinên Îslamî yên radîkal zêde bû.

Di encamê de êrişên li dijî hukûmeta Efxanistanê zêde bûn û gelek kes ji welatiyan hatin kuştin.

Fermandarê artêşa Amerîkayê Mark Milley jî diyar kir ku wan meha Tebaxê daxwaz kirin ku 2 hezar û 500 eskerên Amerîkî li Efxanistanê bimînin.

Miley her wiha anî ziman ku bi kontrolkirina Efxanistan ji aliyê Talîbanê ve, parastina Amerîka ji êrişênb terorê jî wê zor be û wiha got:

Talîban rêxistineke terorîst e û hê jî pêwendiyên wê li gel El Qaîdê hene.

Back to top button