Efxanistan..6 jinan li Kabulê tevî gefên kuştinê biryara Talîbanê protesto kirin

Di serdema Talîban ya li Efxanistanaê de, jin li her qadê ji mafên xwe ên xwezayî bê par dimînin.
Talîban ya ku welat bi rêya şerîatê birêve dibe, deriyê zanîngehan bi temamî li jinan girt.
Li dijî vê yekê, jinên li Efxanistanê dest ji mafê xwe bernadin û israra perwerdê dikin.
Tirsa çekdarên Talîban ya ji 6 jinên li paytext Kabul ê ku biryara perwerdê şermezarkirin, rewşa li welat bi zelalî da nîşandan.

Îro saetên siharê, li dijî biryara Talîban ya durxistina jinan ji zanîngehê 6 jinan li paytext Kabulê çalakiyek lidar xistin.

Tevî di destê jinana de tenê pankartên daxwaza perwerdeyê hebû lê çekdarên Talîbanê biçek û wesayîtên leşkerî dor li wan girtin.

Rojnamevanên xwestin bûyerî bişopînin jî ji aliyê çekdarên Talîbanê ve hatin astengkirin û dem dem lûleya çekên xwe jî dan ser wan.

Tevî van hemû gefan jî 6 jinên ku berxwedana wan hêjayî pesindayînê ye, çalakiya xwe domandin.

Back to top button