Lîbya..El Menfî ji bo nîqaşkirina dosya çete û hêzên biyanî li Almanya ye

Li Lîbya bi qasî amadekarî û bendewariyên ji bo hilbijartina li welat, zêdeyî wê metirsî û fikar hene.
Çete û hêzên biyanî yên li Lîbya, li ser ewlekarî û paşeroja welat metirsiyek mezin didin avakirin.
Ev yek jî di her platform û civînan te tê gotin.
Serokwezîrê Meclisa Serokatiya Lîbya El Menfî jî li ser heman mijarê berê xwe da Almanya.
Menfî bi Serokwezîra Alman Merkel û jimarek rayadaran re wê dosyaya çete û hêzên biyanî yên li welat gotobêj bike.

Di nava nîqaş û aloziyan de, amadekariyên hilbijartina 24’ê Kanûnê li Lîbya tê kirin.

Hikumeta demkî ya welat jî ji ber hebûna hêz û çeteyên biyanî di her fersendê de bertek nîşan dide.

Berdevka Meclisa Serokatiya Lîbyaya Nejwa Wehîba ji dezgehên çapemeniyê yên herêmî re daxuyand ku Mihemed El-Menfî wê bi serokwezîra Almanya Angela Merkel û jimarek rayedaran re bicive.

Wehîbe destnîşan kir ku wê El-Menfî bi Merkel re geşedanên derbarê pêkanîna nexşerêya Berlînê, her wiha mijara derxistina çete, çekdar û hêzên biyanî ji welat û têkoşîna li dijî terorê nîqaş bikin.

El-Menfî roja înê bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re hevdîtin pêk anîbû.

Guterres di hevdîtinê de bal kişandibû ser girîngiya lidarxistina hilbijartinan di Kanûnê de.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku herdu aliyan teqezî bi girîngiya misogerkirina derketina çete û çekdarên biyanî ji Lîbyayê û pêkanîna aramiya herêmî, kir.

Guterres, hewldanên aliyên Lîbya yên dewamkirina diyalogê erênî nirxandin.

El-Menfî her wiha bi balyozê Almanya li Lîbyayê re geşedanên dawîn li Lîbya, hilbijartinên serokatî, parlamanto û qanûnên hilbijartinan, nîqaş kiribû.

Li gorî daneyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), dewleta Tirk di mehên dawîn de bi hezaran çeteyên Sûrî şandin Lîbyayê û hîna nêzî 6 hezar çete li Lîbyayê ne.

Back to top button