Malbatê Şehîdan ê Şehba: Dewleta Tirk li pêş berxwedana gerîla lawaz e

Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê bikaranîna çekên kîmyewî şermezarkirin û tekez kirin ku Vebijêrka me berxwedan e. Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî bang li wijdana mirovî ya cîhanê kirin ku ji vê wehşeta dewleta Tirk a li ser zarokên wan pêktîne re bêbêjin êdî bese.

Artêşa Tirk a dagirker ji meha Nîsana sala 2022’an çekên kîmyewî li hemberî gerîlayên li herêmên Parastinê yên Medyayê bi kar tîne.

Di berxwedana gerîlayan a li dijî êrişên di 5′ê Mijdarê de 11 gerîla şehîd bûn.

Têkildarî mijarê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî gerîla şermezar kirin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Emîne Osman got:

“Dewleta Tirk li pêş berxwedana gerîla têk diçe ,lewma bi çekên kîmyewî êriş dike.”

Emîne bang li dewlet, rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku li hember êriş û bikaranîna çekên kîmyewî bê deng nemînin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zekiye Yûsif jî ev tişt anî ziman:

“Êrişên dewleta Tirk a dagirker Kurdan tune nakin.

Heta pêkanîna azadiyê vebijêrka me berxwedan e.”

Şêniyên Mexmûrê: Divê bûyerên kîmyawî werin lêkolîn kirin

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî bikaranîna çekên kîmyawî ku dewleta Tirk li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê bi kar tîne şermezar kirin.

Şêniya bi navê Helîma Çelîk anî ziman ku bi sedan zarokên wan bi çekên kîmyawî hatin şehîd kirin.

Helîma bang li wijdana mirovî ya cîhanê ên ku dibêjin ew ji bo mirovahiyê kar û xebat dikin kir û got:

Pêwîste ev bûyerên kîmyawî werin lêkolîn kirin.

Back to top button