Li Parîsê Nobeta Edaletê di roja 10’an de didome

Nobeda Edaletê ya li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya di roja 10’an de didome.
Di dema Nobeta Edaletê de, civîneke ji gel re hat li darxitin û banga tevlîbûna çalakiyan hat kirin.

23’yê Kanûnê li Parîsê li dijî navendeka Çand û Hunerê a Kurdan êrişek pêk hat..

Kurdistanî û dostên wan ji bo Fransa aliyên ku pişt komkujiyê eşkere bike li Parîsê Nobeta Edaletê dane destpêkirin.

Nobeda Edaletê li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya di roja 10’an de didome.

Ji her temenî, ji her neteweyê mirov serdana Navendê dikin.

Li Navenda Çanda Ahmet Kaya, bi tevlêbûna endamê Dîwana KCDK-E’yê Mûrat Ceylan û endama KNK’ê Nîlufer Koç civînek ji gel hat lidarxistin.

Di civînê de hate diyar kirin ku wê roja 3’ê Çileyê Şehîdên duyemîn komkujiya Parîsê rêbikin welêt û ev bang kirin.

Divê gelê me wê rojê jiyanê rawestîne, biherike Parîsê. Divê em sekna Kurdan nîşanî dost jî, dijmin jî bikin.

Back to top button