QSD: Dewleta Tirk êrişên xwe yê dagirkeriyê didomîne

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê diyarkir ku dewleta tirk hewildanên xwe yê berfirehkirina dagirkeriyê didomîne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ve encamê şerên 24 saetên dawî yên Berxwedana Rûmetê eşkere kir.

QSD’ê ragihand ku dewleta tirk taybet li milê Eyn Îsayê hewil dide heremên ku dagir kirine berfih bike.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parvekir:

Li êniya Til Temirê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê doh bi çekên giran çeperên şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryanî yên gundê Dawidiyê topbaran kirin.

Li êniya Eyn Îsa û Qizl Elî jî artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran û balafirên bê mirov ji bo dagirkeriya xwe fireh bike êrîşî noqteyên hevbeş yên QSD û leşkerên artêşa Sûrî kirin.

Leave a Reply

Back to top button