Konferderasyona Civakên Kurdistanî ya Almanya KON-MED’ê bi daxuyaniyekê bang li Kurdistaniyan kir ku mal û tûrîzma Tirkiyê boykot bikin.
KON-MED’ê di daxuyaniya xwe de dest nîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker li dijî kurdan bi awayekî topyekûn êrîşên xwe yên qirkirinê didomîne û çekên kîmyewî jî di nav de hemû cûreyên çekan bi kar tîne.
KON-DEM’ê îşaret bi pêla boykotkirina malê Tirkiyê ku ji başûrê Kurdistanê jî destpêkirî kir û anî ziman ku malên Tirkiye çavkaniya herî mezin ya şer e.
KON-MED’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker piraniya aboriya xwe li şerê qirkirinê bi kar tîne û çavkaniya sereke ya vî şerî jî bi taybetî malên Tirk ên li Elmanyayê tên firotin û tûrîzm e.
Konferderasyona Civakên Kurdistanî ya Elmanya, di serî de Kurdên li Elmanyayê bang li Kurdistaniyên li her derê cîhanê kir ku malên Tirkiyê û tûrîzma wê boykot bikin.