Kongra Star raporek li ser rewşa jinan di nava kampan de eşkere kir

​​​​​​​Navenda Lêkolînan a Kongra Star bi raporek derbarê rewşa jinên di kampên koçberiyê de eşkere kir. Rapor balê dikişîne ser rewşa jinan di aliyê tendûristî, aborî û zehmetiyên tên kişandin. Û metirsiyên xwe tînin ziman.

Navenda Lêkolînan a Kongra Star raporek der barê rewşa tenduristî û aborî ya jinan di nava kampên Şehbayê de, eşkere kir.

Navendê rapor li gorî anketên ku di nava 5 kampan de çêkiriye amade kir.

Li gorî raporê, ji ber dorpêça hikumeta Şamê ya li ser kantona Şehbayê sotemenî bi zehmetiyeke mezin derbasî kantonê dibe.

Li kantona Şehbayê 5 kamp hene ew jî,

Kampa Efrîn, Serdem, Şehba, Berxwedan û Veger e.

Di raporê de, erdheja 6’ê Sibatê ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê pêk hatî û bandor li herêmên Sûriyê kiriye, hatiye nirxandin û tê de dibêje:

3 hezar kesên ji Efrînê ku koçberî Helebê bûne, di encama erdhejê de berê xwe dane kantona Şehbayê û di nava kampan de dimînin.

Navendê, bi bîr xist ku derdora ji sedî 80 jinên tev li ankêtê bûne, nikarin kar bibînin û ji ber wê rewşa wan a aborî aloztir bûye.

Ji sedî 82 jinan gelek caran ji ber rewşa madî ya xirab tevî ku nexweş in, serdana bijîşk nekirine.

Ji sedî 27 jinan dibêjin tenduristiya wan baş e, ji sedî 34.8 jî dibêjin rewş asayî ye û ji sedî 38.2 jî dibêjin rewşa wan xirab e.

Ji ber dorpêça hikumeta Şamê jineke ducanî jiyana xwe ji dest da.

Navenda Lêkolînan a Kongra Star bang li hêzên navneteweyî kir ku rewşa bi hezaran şêniyan di nava kampan de di ber çavan de derbas bikin, dorpêç û dagirkeriyê şermezar bikin.

Her wiha destnîşan kir ku jin hêvî dikin di demeke nêz de vegerin Efrînê û dewleta Tirk a dagirker jê vekişine.

Back to top button