Jinên Ranya: Şehîd Bêrîtan sembola têkoşîna li dijî xeta xiyanetê ye

Jinên Ranya derbarê kesayeta fermandar Bêrîtan de gotin; “Şehîd Bêrîtan sembola têkoşîna li dijî dagirkerî û xeta xiyanetê ye.”

Edîbe Elî diyar kir ku şehîd Bêrîtan xebat, berxwedan û têkoşîneke bêhempa di oxira azadiya jinê,gelê Kurd û Kurdistanê de kir .

Edîbe got:” Şehîd Bêrîtan pêşengtiyek bê nîmûne kir.

Ew di xeta li dijî xiyanet, artêşbûna jinên Tevgera Azadiya Kurdistanê û ruhê fedayî yê PKK’ê de bû sembol û pêşengek nemir.”

Edîbe diyar kir ku şehîd Bêrîtan li dijî xeta îxanetê têkoşîn kir û wiha dawî li axaftina xwe anî:

” Xeta têkoşînê ya şehîd Bêrîtan ji me re nîşan dide ku jinên Kurd û azadîxwaz xwedî îradeyek ji pola ne û xwediyê wê îradeyê ne ku heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê li berxwe bidin, têbikoşin.”

Her wiha Sonya Aram jî derbarê heman mijarê de destnîşan kir ku şehîd Bêrîtan nimûneya xeta têkoşîna li dijî xiyanet û dagirkeriyê dinirxîne .

Sonya di dawiyê de bang li jinan kir ku xwedî li sekna fermandar Bêrîtan derkevin û di mafên xwe de bi israr bin.

Gerîlayên YJA Star: Em ê şopdarê xeta heval Bêrîtan bin

Back to top button