Bê Swêd, endamtiya Fînlandiya bo NATO di rojevê de ye

rêveberiya Fînlandiya vebijêrka ji ber pirsgirêkên Swêdê, wê bi tenê tevger bikin çêkir.
Bi gotineke din, bê Swêd endamtiya Fînlandiya bo NATO di rojevê de ye.

Bûyera şewitandina Qur’ana pîroz ya li ber Balyozxaneya Tirk a li Stockholmê, îhtîmala ku Fînlandiya di mijara endamtiya NATO’yê de bi Swêdê re, tevnegere da avakirin.

Fînlandiya êdî bi tena serê xwe rêya xwe bidomîne.

Wezîrê Karên Derve yê Fînlandiyayê Pekka Haavisto ji kanala giştî ya Fînlandiyayê Yle re axivî û diyar kir ku divê ew xebatên tevlîbûna NATO’yê bêyî Swêdê binirxîne.

Pekka Haavisto got:

“Divê em binirxînin ka tiştek heye ku di demek dirêj de pêşketina Swêdê asteng bike.

Di vê mijarê de hîn zû ye ku helwest were girtin.”

Haavisto anî ziman ku ew texmîn dike pêvajoya aloz ya bo endamtiya wan wê heta hilbijartina Gulanê dewam bike.

Haavisto: Pêwistî bi bêhndanekê heye

Haavisto di daxuyaniya xwe ya ji bo ajansa Reutersê de diyar kir ku divê hevdîtinên Fînlandiya, Swêd û Tirkiyê ji bo demekê bên rawestandin.

Wezîrê Fînlandiyayê got:

“Berî ku em vegerin ser danûstandinên sê alî, navberek pêwist e.

Ez difikirim ku wê çend hefteyan navberek hebe.”

Pêvajoya endamtiya Swêd û Fînlandiya bo NATO

Piştî êrişa Rûsya li ser Ukrayna, Swêd û Fînlandiya di 18’ê Gulanê de serlêdana endamtiya bo NATO yê kirin.

Ji bo ev welat bibin endam, erêkirina 30 welatên endamên NATOyê pêwîst e.

Tirkiye û Macaristan du welatên dawî ne ku heta niha ji bo endamtiya Swêd û Fînlandiyayê erêkirina parlamentoyê nedane.

Back to top button