Li eyaleta Kalîforniya ya DYAyê êrişên çekdarî: 7 Kes mirin

Di nava hefteyekê de li eyaleta Kalîforniya êrişa duyemîn ya çekdarî pêk hat.
Di êrişên li kargeheke kivarikan de, 7 kes mirin.

Li bajarê peravê Half Moon Bay ê eyaleta Kalîforniya ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA)yê li du cihên cuda êrîşên çekdarî pêk hatin.

Nûnera Kalîforniyayê ya Meclisa Nûneran a Amerîkayê ragihand ku cenazeyê 4 kesan li çandiniya kivarkan, cesedê 3 kesan jî li tesîsa keştiyê ya ku bi qasî 3 kîlometreyan dûrî çandiniyê ye, hatine dîtin.

Şerîfa eyaleta San Mateoyê Christina Corpusê ku piştî bûyerê li gor saeta herêmî di 14:22an da daxuyanî da, diyar kir ku gumanbar Chunli Zhao yê 67 salî ye.

Ev yek li tesîsekî ya êriş pêk hatî dixebitî.

Corpus diyar kir êrîşkar hatiye binçavkirin û da zanîn ku di wesayîta Zhao de çekeke nîvotomatîk heye.

Biden: Ji bo pêkanîna qanûnê alîkariya pêwist pêşkêş bikin

Berdevka Qesra Spî Karine Jean-Pierre ragihand ku Serokê Amerîkayê Joe Biden derbarê êrîşan de hatiye agahdarkirin.

Jean-Pierre got,

“Biden ji înfazê qanûnê xwestiye ku her alîkariyên pêwîst pêşkêşî rayedarên herêmî bikin.”

Li Kalîforniyayê di nava hefteyê de êrişa duyemîn

Êrîşa duyemîn di heman hefteyê de li California

Li bajarê Monterey Park ê eyaleta Kalîforniyayê ya DYAyê, 22’ê Çileyê di dema pîrozbahiyên Salan nû ya li gorî dîroka Çînê êrişek pêk hatibû.

Hêzên ewlehiyê li Torrance ya 50 kîlometre li başûrê rojavayê Monterey Parkê ye, êrişkar dorpêç kir.

Şerîfê wîlayeta Los Angeles Robert Luna ragihand ku êrişkarê 72 salî xwe kuştî ye.

Di êrîşa li Parka Monterey de 11 kes mirin.

Back to top button