Çiya Kurd ji Şandeya Brîtanî re: Gefên dewleta Tirk ranewestiyan e

Şandeyeke Parlamentoya Brîtanyayê serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser li bajarê Qamişlo kir. Di serdanê de, şande li ser êrişên domdar ên dewleta Tirk hat aghadarkirin.

Li gorî malpera fermî ya Daîreya Têkiliyên Derve, şandeya Brîtanî ji çend parlamenteran pêk dihat..

Şande ji aliyê Hevserok, Cîgir û endamên Daîreyê ve hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de, Bedran Çiya Kurd balkişand rewşa herêmê û bandoraiya wê ji erdhejê.

Çiya kurd ji şandeyê re qale alîkariya ku Rêveberiya Xweser ji bo mexdûran amadekiriye jî kir û ev yek anî ziman:

“Lê belê rê li vê alîkariyê hat girtin.”

Çiya Kurd işaret bi êrişên dewleta Tirk li ser herêmê di vê felaketa ku pêk hatiye de jî kir ku dewam dikin.

Parlamenteran jî anîn ziman ku ew hatine herêmê da ku rewşê û pêdiviyên herêmê piştî erdhejê nas bikin.

Parlamenteran diyar kirin ku ew ê daxwazê li civaka navneteweyî bikin ku hemwelatiyên xwe yên ku “sûc kirine û endamên DAIŞ’ê” ne jî vegerînin..

Back to top button