Li Rûsyayê komploya 15’ê Sibatê hat protestokirin

Bi boneya rast hatina Komploya Navneteweyî a 15’ê Sibatê li paytexta Rûsya Moskovayê civînek hat lidarxistin.

Kurdên ku li Mala Kurda ya li Moskovayê hatin ba hev civînek li darxistin û komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin.

Hevseroka Organîzasyona Jinên Kurd a Navneteweyî Cûliyeta Aram di civînê de axivî û bal kişan ser fikrên Rêber Apo.

Aram diyar kir ku projeya konfederalîzma demokratîk ji bo mirovahiyê rêya rizgarbûnê ye.

Her wiha Aram diyar kir ku azadiya gelê Kurd bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye û heta ku tevgera azadiya Kurd a bi pêşengiya PKK’ê hebe, têkoşîna gelê Kurd wê bidome.

Back to top button