Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekarıya Hundirîn der barê hedefgirtina malekê li Qamişlo û erebeyekê li Kobanê daxuyaniyek da.
Hêzên Ewlekariyê di daxuyaniya xwe de têkildarî bûyerê ev agahî dan:
“Di encama hedefgirtina balafireke bêmirov a dagirkeriya Tirk ji navenda têkiliyan a bajarê Qamişloyê re, du welatî birîndar bûn.
Her wiha balafireke bêmirov li Kobanê erebeyek hedef girt di encamê de ajokar birîndar bûn.”
Di daxuyaniyê hate gotin:
“Dewleta Tirk a dagirker êrişên li dijî herêmên me zêde dike.
Ew yek jî bi armanca derbekirina istîqrar û belavkirina aloziyê û neçarkirina welatiyên ku ji herêmên xwe koçber bibin.”
Hêzên Ewlekariya Hundirîn dawiyê bang li hêzên navneteweyî kir ku bi erkên xwe li hember van êrişan rabin.