YBŞ: Êrişên artêşa Iraqê bi zextên PDK’ê û Tirkiyeyê tên kirin

Fermandariya YBŞ’ê têkildarê êrişa artêşa Iraqê ya li ser Şengalê diyar kir ku ev êrişên Artêşa Iraqê ên ku têne kirin bi zextên PDK’ê û dewleta Tirk ya dagirker tên kirin.

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) derbarê êrişa artêşa Iraqê li ser Şengalê daxuyaniyeke da .

Di daxwiyaniyê de hat gotin :

“Ev êrişêntêne kirin bi zextê PDK û dewleta Tirk ya dagirker tên kirin.

Bi van êrîşên ve dixwazin carek din koletiyê bi me bidin qebûl kirin.

Lê belê di roja cejna gelê me de êrîşî me kirin tê wateya tunekirina nirxên me.

Ji bo vê jî em vê êrîşa artêşa Iraqê ji êrişên PDK û dewleta Tirk qut nagirin dest.

Ji 9’ê Cotmeha 2020’an heya niha me xwest em bi hevre pirsgrêkên xwe çareser bikin û helwesta me jî bi vî rengî bû.

Lê dîsa jî xwestin bi vê êrîşê ve destkeftiyên me têk bibin .”

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê dawiyê tekez kir ku em dîsa di vê bîr û baweriyan de ne ku pirsgirêk çi dibe bila bibe encex bi rêya diyalogan wê çareser bibe.

Back to top button