Komek ji wekîlên Parlamena Ewrûpayê nameyek ji Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê re şand û jê xwest ku li ber êrişên leşkerî yên Tirkiyeyê li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê rabe.
Name ji Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê von der Leyen û Alîkarê Seroka Komîsyonê Josep Borrell re hate şandin.
Parlamenteran diyar kirin ku bi êrişên dawî yên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê kir û got,
“Li Rojava û Başûr, Kurdan, Ereban, Suryaniyan û Ermenan di dema şer de alternatîfeke demokratîk afirand ku rê li ber aştiyê vedike.
Koma parlementeran anî ziman ku gelekî giring e ku ev destketî bêne parastin.
Bi navê Endamên Parlamena Ewrûpayê em ji we dixwazin ku di mijara êrişên derveyî sînor ên Îran û Tirkiyeyê yên li dijî gelê Kurd de tavilê bikevin nava liv û tevgerê û pêşî li felaketeke nû ya însanî bigirin.”