Mîchela Arrîcela: Fikrên Rêber Ocalan nayên tecrîdkirin

Ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, ji 22 welatan 350 parêzerî name ji wezareta dadê re şandin. Mîchela Arrîcale ku ew jî nav de cih digire diyar kirn ku tu aliyê qanûnî yê şertên tecrîda li ser Rêber Ocalan tune ne, fikrên Rêber APO nikarin bên tecrîdkirin.

Ji Rêber Apo 20 mehin agahî nayên girtin û tecrîda heyî jî her diçe girantir dibe.

Hevdîtinên parêzerên Rêber APO û malbata wî jî tên astengkirin.

Ji 22 welatî 350 parêzerî bi armanca tecrîd bi dawî be ji wezareta dadê re name şandin û name li Bruksel a Belçîkayê bi daxuyaniyek çapemeniyê ji rayagiştî re hat parvekirin.

Lê ji bo nameyê ne bersivek erênî ne jî neyînî tune ye.

Hevseroka Koma Mudaxaleya Hiqûqî ya Navneteweyî,Navenda Lêkolîna li ser Demokrasiyê (CRED/GIGI) Mîchela Arrîcela ku wê jî îmze avêtibû nameyê axivî.

Mîchela da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan di şertên dijmirovane de dijî û wiha anî ziman:

Tecrîd dijqanûniye û ne rewaye.

Tevî hemû polîtîkayên dewletê Rêber APO nikare bê tecrîdkirin.

Erdogan ji Rêber Ocalan wêdetir ji fikr û nêrînên wî ditirse.

Desthilatdarî naxwaze Rêber Abdullah Ocalan bi derve re tu têkiliyê deyne.

Biryarên di mijara Ocalan de tên dayîn ne qanûnî ne.

Mîchela Arrîcela: Qada navneteweyî tecrîdê nabîne

Mîcleha Arrîcela da zanî ku qadan navneteweyî tecîdê nabîne û wiha bi lêv kir:

Nêzîkatiya rayagiştî ya navneteweyî ya li hember Rêber Ocalan nakokiyek mezin nîşan dide.

Mixabin li dijî binpêkirina maf ya li dijî Rêber APO dengê xwe dernaxin.

Banga azadkirina Rêber Ocalan li gorî min ji banga aştiyê cudatir nîne, wê azadiya fîzîkî ya Rêber APO aştiyê pêk bîne.

Back to top button