Di felaketa erdhejê de jî dewleta Tirk êrişî Bakurê Sûriyê dike

Tevî erdheja li gelek bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê rû da, dewleta Tirk êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ranewestandine.

Dewleta Tirk a dagirker di hefteyekê de 4 êrişên bejahî û hewayî li ser herêmên bakurê Sûriyê pêk anîn.

6 û 7’ê Sibatê dewleta Tirk a dagirker derdora bajarokê Til Rifetê yê Şehbayê topbaran kir.

9’ê Sibatê gundên Seyda, Xalidiyê, bajarokê Hîşe yên navçeya Eyn Îsa û rêya M4 bombebaran kirin.

11’ê Sibatê gundên Tîba û Xalidiyê yên Eyn Îsayê bi çekên giran dan ber topan.

Duh jî balafireke dewleta Tirk a bê mirov di seatên ber bi êvarê de, li Kobanê erebeyek bombebaran kir, di encamê de welatiyek şehîd bû.

Back to top button