“Dewleta Tirk û hikumeta Şamê hesabên xwe di ser yên mirovî re girtin”

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar balkişand ser her du aliyan ku rê nadin alîkariyên Rêveberiya Xweser bigihêjin sûriyan û got:
“Dewleta Tirk û hikumeta Şamê hesabên xwe di ser hesabên mirovî re girtin..”

Riyad Derar diyar kir ku bi kurtasî ev trajedîk li ser serê hemî sûriyan e û got:

“Tirkiyê û Şam nahêlin alîkarî bigihêjin mexdûran.

Pêdiviyên wan peyda nakin ..

Dizî li gelek herêman pêk hatiye.

Ev nêzîkatî êş û azarên sûriyan zêde dike.”

Derar destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser erkê xwe yê exlaqî û mirovî pêk tîne û wiha domand:

“Ji 8`ê Sibatê ve nahêlin alîkariyên mirovî yên Rêveberiya Xweser derbasî herêmên wêranbûyî bibin.Lê mixabin hikumeta Şamê û hikumeta demkî nehişt ku ev alîkarî derbasî mexdûrên sûrî bibe.

Em qet nafikirin ku van alîkariyan ji bo pêkanîna berjewendiyên siyasî pêk bînin.

Lê belê alîkarî hene, ya tê xwestin jî ew e ku ev alîkarî bi awayekî fermî werin pêşwazîkirin.

Ev erka meya mirovî ye..”

Derar diyar kir ku MSD, QSD û Rêveberiya Xweser ev mijar di siyasetê de bi kar nayne..

Back to top button