Li Almanyayê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de civînên gel hatin lidarxistin.
Hevseroka KCDK’ê Zubeyde Zumrut derbarê tecrîda li ser Rêber Apo û xebatên ji bo pêngava azadiyê tên kirin, axivî û diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Ocalan hêm wê pirsgirêka Kurd çareser bike û hem jî xitimîna siyasî ya li Rojhilava Navîn veke.
Zumrut destnîşan kir ku gelê Kurd di azadiya Rêber Apo de bi biryar e.
Ciwanên Yewnanî: Em bi gelê Kurd re ne
Li paytexta Yewnanistan Atînayê çalakiya “Rojên Xwendina Pirtûka Abdullah Ocalan” hat rêistinkirin.
Di civîna ku paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Rêber Apo hate nirxandin de bal kişandin ser têkoşîna ciwanan a li dijî tecrîda li Îmraliyê.
Ji Înîsiyatîfa Ji Bo Rojava Rabin Ser Piyan Suzan diyar kir ku ew bi Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd re di nava hevgirtinê de ne û êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê şermezar kir.
Çalakiya ةexmûrê a ji bo şikandina tecrîdê bi koma 30’an didome